Artêşa Tirk rêya M4 û gundê Hoşan ê Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk û çeteyên xwe, gundewarê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin.

Di saetên êvarî de, duh weke her car artêşa Tirk û çeteyên xwe gundê Hoşan ê 6 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê ye, topbaran kir.

Her wiha dagirkeran êrîş birin ser rêya M4 û xwaringeha Seqir jî.

Lê agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin zanîn.

Back to top button