Amerîka, Fransa, Almanya, Birîtanya û Îtalyayê êrîşa li ser balafirgeha Hewlêrê bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kir.
Êrîşa mûşekane ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê, ku koma bi navê “Seraya Ewliyaa El-Dem” girtiye ser xwe, rastî bertek û şermezarkirineke mezin hat.
Wezîrên Derve yên Amerîka, Fransa, Almanya, Birîtanya û Îtalyayê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li dijî Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Wezîran di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurban û gelê Iraqê re xwest û piştgiriya xwe ji bo cezakirina berpirsiyarên êrîşê anî ziman.
Berpirsiyarên Amerîkayê didin xuyakirin ku ew di nava tevgerê de ne, da aliyê berpirsiyar ê vê êrîşê diyar bikin û dibêjin:
“Parastina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniyê, ji bo Waşintonê di radeya sereke de ye”
Amerîka weke her carê, tiliyên tawanbariyê ber bi Îranê ve nîşan dide.
Amerîka destnîşan dike ku hebûna çekdar û alîgirên bi ser Îranê ve li Iraqê, li hember avakirina zemîna bo hilbijartinan, astengiya mezintirîn e.
Rayedarên Iraqî didin zanîn ku “Seraya Ewliyaa El-Dem” komeke çekdarî ya Îranê ye, ya dawî jî angaşt dike ku ti peywendiya wan bi vê yekê nîne.
Ji welatên Ereban jî, Siûdiye, Misir, Urdin, Îmarat, Kiwêt, Behrîn û Komkara welatên jî bertekên wan der barê êrîşê de hebûn.