Li kampeke Zaxoyê, ku Şengalî lê ne, şewat derket, 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn.
Li kampa Bêrsiva 2 ya li navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Êzidî lê dimînin, vê sibehê ji ber temasa kehrebeyê şewat derket.
Li gorî agahiyan, bavek ku navê xwe Xalid Eliyas ê ji komalgeha Sîba Şêx Xidir e û 2 zarokên wî jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din birîndar bûn.