Amerîka, ji ber kirîna S-400, Tirkiyê hişyar dike

Wezîrên Parastinê yên NATO’yê îro û sibe civînên online li dar dixin û rewşa Tirkiyê der barê kirîna S-400 û destwerdanên wê yên derve digirin dest.
Amerîka jî dibêje, Rûsya ji bo hemû endamên NATO’yê bûye gefek û dixwaze ev mijar jî di civînên NATO’yê de cih bigire.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken, di yekemîn pêwendiya xwe ya telefonî de, ya bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavişoglu re, bang li Tirkiyê kir ku dest ji pergala S-400 berde.

Ev bang di demekê de tê ku îro Çarşemê, Wezîrên Parastinê yên NATO’yê bo 2 rojan civînên online li dar dixin.

Civînên NATO’yê wê bi gelemperî der barê Tirkiyê de bin û wê rijdiya Erdogan a kirîna S-400î, her wiha destwerdanên leşkerî yên wê li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê û binpêkirinên wê li Rojhilatê Deryaya Spî, bên nîqaşkirin.

Helwesta birêveberiya Joe Biden derbarê mijarê de zelal e ku ev pergal li ser NATO’yê metirsiyek e û teqez divê Tirkiye dev jê berde.

Pentagon: Rûsya ji bo hemû endamên NATO’yê gefek mezin e

Li aliyekî din, berdevkê Pentagonê Peter Cook ragihand, ku Rûsya ji bo hemû endamên NATO’yê gefek mezin e.

Peter Cook diyar kir ku Rûsya her dem tevliheviyan derdixîne û hêza leşkerî, ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne.

Cook got:

” Her kes dibîne çawa Rûsya li ser ewlehî û aramiyê li her dera cîhanê bûye gefek, em dikarin vê yekê zelal di hevkariya wê bi Çînê re bibînin ku tenê hevkariyek ji bo berjewendiyan e.”

Aliyê Amerîkî bi niyaz e, mijara van gefên Rûsî, di civînên NATO yên îro û sibe de bide nîqaşkirin.

Back to top button