Amerîka beşdarî civîna Astanayê ya li Soçiyê nebû

Weke nameyekê ji Rûsyayê re, ku ew çareserkirina aloziya Sûriyê di bin sîwana wê de napejirîne, Amerîka beşdarî civînên Astanayê yên ku duh li Soçiyê destpêkirî û dê îro Çarşemê bi dawî bibe, nebû…

Li ser vê yekê, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsî yê Sûriyê Alexander Lavrentiev, diyar kir ku Amerîka berî niha beşdariya xwe weke çavdêrê Astana li Soçiyê jî, red kiribû.

Serokê Amerîkayê Biden berî niha rola Rûsya ya di Sûriyê de rexne kiribû û ew weke gefekê li ser ewlehiya Sûriye û herêmê bi giştî bi nav kiribû.

Civîn duh bi beşdarbûna Tirkiye, Rûsya û Îranê, şandeyek ji hikûmeta Şamê, Opozîsyonê Sûrî û nûnerê NY bo Sûriyê Geir Pedersen bi rê ve çû û îro dê bi daxuyinekê bi dawî bibe.

Back to top button