Li Siûdiyê cara yekemîne jimara jinên parêzer di wezareta dadê de zêde bûne

Cara yekemîn di dîroka Siûdiyê de, jimara jinên parêzer di wezareta dadê de zêde bûne. Her wiha rol û misyona wan di tevahî qadên xebatê de jî xurt bûye.

Jinên Siûdî cihên xwe di lêkolînên qanûnî, pêşve-birina bernameyên wezaretê û alîkariya wan de digire.

Niha ji sedî 66 jinên parêzer cihê xwe di wezareta dadê de digirin.

Ev hejmar li gorî sala 2019’an de gelekî zêde bûye.

Her wiha di avahiya nû ya wezareta dadê de jin bi ferîmî cihê xwe tê de digire.

Rêvebera beşa jinan li wezareta dadê Noura Al-Genîm diyar kir ku jimara karmendên jin gihiştiye hezar û 814 jin, ev jin di karên cûrbercûr de dixebitin.

Back to top button