Amerîka wê bi bihayê 200 milyon dolar moşekan bifiroşe Misirê

DYA qebûlkir ku wê bi bihayê 200 milyon dolar moşekan bifiroşe Misirê.

Rêveberiya Amerîka ragihand ku ewê bi bihayê 200 milyon dolar çekan bifiroşin Misirê, lê wê di mijara parastina mafê morovan de jî zextên xwe yên li ser Qahîrê bidomîne.

Rêveberiya serokê DYA Joe Biden ya ku piştevaniya Erebîstana Siudî ya di şerê li Yemenê de dayî rawestandin, daxwaza misir ya kirîna 168 moşekî erê kir.

Wezareta Karê Derve ya DYA diyar kir ku Misir ji bo parastina peravên xwe daxwaza daxwaza moşekên Rolling Airframe kiriye.

Wezaretê diyar kir ku beriya firotin pêk were wê di Kongrê de were erêkirin.

Her wiha îşaret bi hevalbendiya Waşîngton ya bi Qahêre rê hate kirin û hate gotin, hevkariya aliyan a stratejîk wê dewam bike.

Back to top button