Li Belucistanê 6 endamên îstixbarat û artêşa Îranê hatin kuştin

Li parezgeha Belucistanê ya başûr rojhilatê Îranê 6 endamên îstixbaratê û artêşa Îranê hatin kuştin.

Wezareta îstixbarata Îranê (îtlaat) ragihand ku sê endamên wan li Belûçistanê di dema li ser karê xwe bûn hatine kuştin.

Tê gotin ku dema çavdêriya torek tawanbar dikirin bûyer pêk hatiye.

Wezareta îstixbarata Îranê têkildarî çawaniya bûyerê ti agahî nedane.

Navenda Ragihandina Biryargeha Qudis a Artêşa Îranê ragihand ku duh êvarî saet 16.00’an de li parêzgeha Baluçistanê li sêriyana Bempor di erişekê di nava wesayîtekê de pêk hat de 3 endamên wan hatine kuştin.

Navendê eşkere nekiriye ka endamên artêşa Îranê ji aliyê kîjan kom û aliyan ve hatine kuştin.

Back to top button