NY: Divê yekîneyên biyanî û kirêkirî ji Lîbya derkevin

Îro tam 10 sal di ser hilweşandina rêveberiya Miemer El-Qezafî ya Lîbyayê re derbas bû.
Lê hîna li welat ji ber destwerdanên derve aramî pêk ne hatiye.
Dewleta Tirk ku Lîbya kiriye baregeha çeteyên xwe, dixwaze hebûna xwe li welat biparêze.
Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterrres diyar kir divê yekîneyên biyanî û leşkerên kirêkirî ji Libyayê derkevin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarrîc di daxuyaniya xwe ya çapemeniya rojane de li ser rewşa Lîbya û hikumeta demkî ya hatî hilbijartin agahî da.

Stephane Dujarrîc ragihand Guterres bi Serokê Konseya Seroktiyê Muhammed El Menf û wekîlê Serokwezîr Abdul Hamid Dbeybah re hevdîtinek pêk aniye.

Dujarrîc got,

Sekretê Giştî di van hevdîtinan de dupat kir ku NY destekê dide hilbijartinên li Libyayê.

Her wiha amadeye agirbestê bişopîne.

Dujarrîc diyar kir ku Guterres daxwaza derketina hêzên biyanî ji Lîbyayê kiriye.

Li gorî NY’yê heta Kanûna 2020’an li Libyayê 20 hezar leşkerên kirêkirî û biyanî hebûne.

Dujarrîc li ser pirsa bê ka hêzên navborî dest bi vekişandinê kirine yan na, bersiveke neyênî da.

Li ser vekişîna yekîneyên biyanî ne xwedî agahiyeke zêdetirim.

Em dixwazin heta ku ji dest were ev di demeke zû de pêk were.

Li gorî berdevkê NY, Guterres El Menfî û Dbeybah pîrorz kiriye û îşaret bi girîngiya ku ev ekîb heta hilbijartina 24’ê Kanûnê kiriye.

Serokê Konseya Yekgirtî ya Lîbya li Trablusê ye

Tevî van pêşketinan, rêveberiya hikumta demkî ya Lîbya, doh piştî 10 salan cara yekem serdana Trablus kirin.

Di merasîma pêşwazîkirina rêveberan de kesên asta bilinde kes nebû.

Hikumeta demkî ya welat piştî civîna danustandinên dirêj yên Foruma Diyalogên Siyasî ya Lîbya di 5’ê Sibatê de hatibû hilbijartin.

Back to top button