NPG: Serketina Garê destpêka têkçûyîna desthilata faşîst a Tirkiyê ye

NPG’ê têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çawa ku têkçûna Sibata 2008’an a li Zapê bû destpêka bidawîbûna wesayeta artêşê, têkçûna Sibata 2021’ê ya li Garê jî wê bibe destpêka bidawîbûna rejîma faşîst.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Garê û berxwedana gerîla daxuyaniyek da.

NPG’ê dazanîn ku destihata AKP-MHP-Ergenekonê bi êrîşa li ser Garê dixwastin encamên mezin ji aliyê siyasî û leşkerî ve bigrin.

NPG’ê destnnîşan kir ji bo vê Qada Garê 4 rojan bi temamî bi rengekî giran hate bombebarankirin û got,

“Ger artêşa dagirker di gava destpêkê de karîbûya li cihê plankirî bi cih bibûya, wê li cihekî stratejîk a Garê bi cih bibûya û bi vî rengî lê bima.
Lê gerîla bi berxwedanekî fedaî, bi rêbaza şerê nû ev gava dagirkeran di roja ewil de vala derxist.”

NPG: 6 Gerîlayên ku parastina dîlên şer dikirin şehîd bûn

NPG’ê derbarê kampa dîlên şer de jî ev agahî da.

“Ji bo parastina dîlên şer 6 hevrêyên me şer kirin û şehîd bûn.
Di encamê de jî 12 êsîrên hêzên ewlekariyê yên Tirk û girtiyekî demkî yê ji Başûrê Kurdistanê bi navê Cotyar Mûhsîn jiyana xwe ji dest dan.”

NPG: Artêşa Tirk bi karanîna gazê dîlên şer înfaz kir

NPG’ê diyar kir piştî ku du kes ketin destê dijmin, artêşa dagirker bi tespît kirina cihê kampê, bikaranîna gazê xwest encam bigre û wiha dewam kir:

“Eşkere ye, piştî ku ewqas gaz bi kar anîn, artêşa dagirker kete kampê û ew dîl înfaz kirin. ”

NPG’ê dazanîn ku hişmendiya hov a ku para xwe ji mirovahiyê wernegirtiye, ji bo rastiya xwe veşêre û prestîja xwe rizgar bike mirovên xwe jî bi hêsanî dikuje.

NPG: Têkçûna li Garê destpêka bidawîbûna wan e

NPG’ê daxuyakirin ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li Garê di şerê 4 rojan de bi ti awayî negihîştiye armanca xwe û ji gerîla derba giran xwariye.

NPG’ê got:

“Têkçûna Sibata 2021’ê ya li Garê wê bibe destpêka bidawîbûna rejîma faşîst a AKP-MHP’ê.”

NPG: 15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn

NPG’ê derbarê bîlançoya 4 rojan ya berxwedana garê de jî ev agahî da.

“Di şerê 4 rojan de 37 kuştiyên dijmin hatin tespîtkirin. Lê kuştiyên dijmin gelekî zêdetir e.

2 helîkopterên Skorsky jî hatine derpkirin.

Di vî şerî de 6 hevalên me yên di bin pêşengtiya fermandar Şoreş de yên ku kampa êsîran diparast, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûn.

5 hevalên me jî di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

3 hevalên me yên ku bi paramotorê dema dixwestin biçûna ser peywirekê di êrîşa hewayî de şehîd bûn.

Di operasyona 4 rojan de bi giştî 15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn.”

NPG’ê diyar kir ku wê nasnameyên şehîdan di rojên pêş de were eşkerekirin û ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

NPG’ê ji malbatên dîlên şer re jî sersaxî xwest û diyar kir berpirsyarê kuştina wan destihata AKP-MHP’ê ye.

Back to top button