Kongra Star: Serkeftina Garê wê bibe serkeftina projeya netewe demokratîk

Koordînasyona Kongreya Star û dayikên gerîla yên Dêrikê serketina Gerîlayên HPG’ê a li Garê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker pîroz kirin.

Koordînasyona Kongreya Star di daxuyaniyê de weha got:

Êrişên li ser Garê berfireh bûn û beriya demekê bi hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye plankirin.

Armanc-dikirin herêmê bi temamî dagir bikin, HPG’ê tune bikin û gelê Kurd qir bikin.

Wan ji bîr kirin berxwedana gerîla li Zap, Heftanîn, Oramarê û fedekariyên wan ji bo doza wan.

Serkeftina Garê dê bibe destpêka hilweşîna dewleta Tirk û serkeftina projeya neteweya demokratîk li 4 beşên Kurdistanê.

Dayikên Gerîla berxwedana Garê pîroz kir

Bi dehan dayikên gerîla, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî, bi daxuyaniyekê serketina berxwedana Garê pîrozkirin.

Back to top button