Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83. de dewam dike

Berxwedana lî zîndanên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser RêberOcalan û binpêkirinên mafan di roja 83’yemîn de de ye. Çalakiyên piştgiriyê ya li wargeha penaberan a Mexmûr û Yewnanîstanê jî bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 17’emîn di roja 83’yemîn de de didome.

Çalakiya grevê ya li Mexmûrê di roja 62 de ye

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar 18’ê kanûnê li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin.

Çalakiya li Mexmûrê bi koma 31’ê di roja 62’emîn de dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û tendurustiya çalakvanan jî her roj ji aliyê saziya tendurustiyê ve tê çavdêrkirin.

Meclisa jinan a HDP’ê panêlek li izmîrê li dar xist

Her wiha Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Îzmîrê jî bi sernavê “Tecrîd, grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan” li Navenda Hunerê ya Îzmîrê panelek li dar xist.

Di panelê hat diyarkirin ku tecrîd polîtîkaya şer e û herî zêde bandora xwe li ser jinan dike, tecrîd bi xwe li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye.

44 roj in li kampa Lavrîoyê çalakiya greva birçîbûnê didome

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî grev hat destpêkirin û çalakî 44 roj in didome.

Çalakî ji aliyê komeke ji 8 kesan û her 5 rojan carek tê dewir girtin.

Berîvan Karakoyun û Fatma Verim ku tevlî çalakiyê bûne gotin:

Divê rêber Abdullah Ocalan wek hemû girtiyên din xwedî mafan be. Mafên wî ji dest hatine girtin û tecrîd ser pêk tê. Gelê Kurd vê tu car qebûl nake. Divê CPT peywira xwe bîne cih.

Back to top button