Artêşa Tirk erebeyeke hikumeta Şamê li Girê Spî armanc kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Rojavayê Girê Spî êrîşî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Girê Spî yên dagirkirî bi cih bûne, erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li nêzî gundên Bîr Kino yê rojavayê Girê Spî hedef girtin.

Derbarê encamên êrîşê de agahî nehatin bi dest xistin.

Duh jî di saetên êvarî de, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Hoşan, rêya M4 û xwaringeha Seqir yê navçeya Eyn Îsa topbaran kir.

Back to top button