Li Iraqê, 2 çete hatin kuştin û 2 hatin girtin

2 çeteyên DAIŞ’ê, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê ketin destê artêşa Iraqî.

Ajansa Isrixbaratî ya Leşkerî ya Iraqê roja Çarşemê diyar kir ku 2 çeteyên DAIŞ’ê
di encama operasyonên hêzên wan li parêzgehên Enbar û El-Remadî hatin girtin.

Balafirên Koalisyona navdewletî jî li dijî tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Selahedînê, êrîşeke asîmaî pêk anî û tê de 2 çete hatin kuştin.

Li Xaneqînê 3 çekdarên Heşda Şebî hatin kuştin

Li gel têkoşîna li dijî van çeteyan, rêjiya êrîşên wan jî bilind bûye û duh derengiya şevê li navçeya Xaneqîn a Diyaleyê, hovên DAIŞ’ê êrîşî nuqteya Lîwaya 28 a Heşdî Şebî a li gundê Deke Hacî Îbrahîm kir.

Li gorî agahiyên, piştî şerê ku derdora saetekê di navbera herdu aliyên navborî de dirêj kir, 3 çekdarên Heşdê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Back to top button