Nobedarê Meclisa Jinan a navçeya Hecînê hat kuştin

Li Dêra Zorê nobedarê Meclisa Jinan a navçeya Hecînê, ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.

Nobedarê Meclisa Jinan a navçeya Hecînê ya Dêra Zorê Sebed El Daxil, şevê din saet 9’an, gava li karê xwe bû, ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.

Di demên dawî de, ev êrîşên wisa bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê zêde bûne, her dawî jî li navçeya Şiheyl ya heman parêzgehê 3 kes mirî hatibûn dîtin.

Back to top button