Li Îranê erdhej, 44 kes birîndar in

Dîsa li Îranê erdhej çêbû. Pileya wê 5.6 bû û ji ber dijwarbûna wê û kurahiya 8 kîlometreyan, 44 kes birîndar bûn.

Şeva borî saet 10.05’an li gorî saeta Îranê, li bajarê Sîsext ku 500 kîlometreyî li başûrê paytext Tehranê ye, li dawiya rêzeçiyayê Zagros, bi pileya 5.6 erd hejiya.

Erdhej ku li kurahiya 8 kîlometreyan pêk hat, ziyaneke mezin a madî çêkir û bû sedema birîndarbûna 44 kesan jî.

Her wiha rêya sereke ya di navbera Yasuh û Sîsext jî hate girtin û ji ber vê û ji ber herêm çiyayî ye, gihandina alîkariyê jî gelekî zehmet bûye.

Back to top button