Navenda Jiyan a COVID-19 dest bi pêşwazîkirina nexweşan kir

Ji bo dermankirina nexweşên vîrûsa coronayê, Navenda Jiyan a COVID-19 dest bi pêşwaziya nexweşan, kir. 

Piştî amadekariya ku zêdetirî 5 mehan dirêj kir, Navenda Jiyan a COVID-19 li bajarê Qamişlo hat vekirin û dest bi pêşwaziya nexweşan kir.

Ev navend li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintirîn navend e, têra 100 nexweşan dike, lê halê hazir 74 text lê hene.

Li navendê 4 bijîşkên pispor, 15 hemşîre û 8 pîşekarên benckirinê dixebitin.

Her wiha 25 karmand 24 saetan navendê pak dikim.

Back to top button