CEMÎL BAYIK: XETA BERXWEDANA LI DIJÎ DAIŞ’Ê JI ŞENGALÊ DEST PÊ KIR

Heserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî têkçûna DAIŞ’ê, rewşa dagirkeriya Efrînê û tecrîda li ser Rêber Ocalan bersiv dan pirsên rojnameya Ronahî.
Bayik destnîşan kir ku ji têkçûna DAIŞ’ê tenê dewleta Tirk winda kir û hemû gelên din qezenc kirin.

 

Heserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî têkçûna DAIŞ’ê, Rewşa dagirkeriya li Efrînê û tecrîda li ser Rêber Ocalan bersiv dan pirsên rojnameya Ronahî.

Bayik destnişan kir ku xeta berxwedana li dijî DAIŞ’ê li Şengalê dest pêkir û got:

“Xeta berxwedanê ya kobanê destpê kirî sala 2019’an bi têkbirina DAÎŞ’ê bi encam bû.

Li şengalê jî berxwedana yekemîn gerîlayên HPG’ê raber kir.

Ev jî bû sedem ku sempatiya tevhiya cîhanê hem ji bo HPG hem jî ji bo YPG’ê çêbe.

Ji vê aliyê ve di serkeftina Kobanê de bandorek girîng a berxwedana Şengalê hat kirin.

Divê ev ti carî neyê jibîrkirin”.

CEMÎL BAYIK:
XETA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYÊ WÊ LI TEVAHÎ ROJHILATA NAVÎN PÊK WERE

Cemîl Bayik destnîşan kir ku xeta siyasî ya li dijî DAIŞ’ê bi ser ket, ev xet wê bandorê li tevahiya Rojhilata navîn bike û wiha domand:

“wê ev xeta ku li bakurê sûrî pêk hatî û li tevahiya rojhilata navîn bi baldarî tê şopandin, diyar bike. Gelên herêmê dîtiye ku ne hêzên otorîter ên weke DAÎŞ’ê ku pirsgirêkên olî û civakî îstîsmar dike, ne jî hêzên derveyî nikarin pirsgirêkên rojhilata navîn çareser bike. çareserî gelên rojhilata navîn bi xwe ye. li derveyî neteweya demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk wêdetir ne gengaz e ku ji pirsgirêkan re çareserî bê dîtin”.

CEMÎL BAYIK:
TI HEVSENGIYA HÊZAN NIKARE RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ASTENG BIKE

Bayik dagirkeriya Tirk ji Efîrnê re jî bibîrxist û got:

“Hebûna QSD’ê ji xwe sekna têkoşînkirina li Efrînê ye. Di nava QSD’ê de gelek şervanên Efrînî hene.

Efrînê bi teqez wê ji bo xaka xwe şer bikin. Bêguman wê QSD di rizgarkirina Efrînê de cih bigire.

Ti hevsengiya hêzan nikare têkoşîn û rizgariya Efrînê asteng bike.

CEMÎL BAYIK:
BERXWEDANA 14 TÎRMEHÊ Û YA NIHA TÊ MEŞANDIN DIŞIBIN HEV

Cemîl Bayik têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêber Ocalan jî ev nirxandin kir:

“Berxwedan ku di 14’ê Tîrmehê û ya niha tê meşandin jî dişibin hev.

Bandorbûna ku di dîrokê de rol leyîstiye jî taybetmendiyek ji ya 14’ê Tîrmehê ye.

Ev berxwedana gelê Kurd ya bi hêrs, dide diyar kirin ku wê li hemberî vê faşizimê derkeve.

Wê ev hêrs gel vegere çalakiyên aktîf û ev erke yê wan yê serekeye”.

Leave a Reply

Back to top button