Şerda Mezlûm Gabar: Li hemberî pergalê helwesta xwe zelal bikin, rêxistina xwe jî xurt bikin

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku jin dema li dijî pergala mêrserwer têdikoşin divê ji xwe bawer bin û got:”Divê bizanibin ku wê YJA STAR tu carî wan bi tenê nehêle.

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar, xala girîng û stratejîk a têkoşîna azadiya jinan wekî “perwerdekirin û veguherîna jinê, li hemberî pergalê karibe xwe biparêze, li hemberî pergalê helwesta xwe zelal bike û bingeha parastinê xurttir bike û rêxistinbûna parastinê koordîne bike” pênase kir.

Fermandar Şerda Mazlûm Gabar ji ajansa nûçeya ya ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk kompleksa xwebiçûkdîtinê, nakokî û şerê dîrokî zêdetir kiriye.

Şerda da zanîn kir ku hêzên dijberî pergalê jî nikarin xwe bi rêxistin bikin û ne jî dikarin qedera gelan diyar bikin.

Şerda Mazlûm got:

“Bi geşbûna têkoşîna azadiya jinan re, têkoşîna azadiyê ya Kurdan zêdetir dikeve nav qada civakî. Dema dikeve nav pirsgirêkan jî zêdetir fikr û projeyên şênber ava dike. Ev jî yek ji asta pêşveçûnê ya têkoşîna azadiyê ya jinan e.

Şerda Mezlûm Gabar: Divê toreke rêxistinkirina jinan ku wan diparêze were avakirin

Şerda Gabar bal kişand ser pêngava “Dawî li qirkirina jinan bîne, dem dema parastina jin û civaka azad e” a ku KJK’ê dabû destpêkirin û anî ziman ku

Li dijî qirkirina jinan, divê em dengê xwe xurtir bikin û dengê jinan bikin yek.

Divê em toreke rêxistinkirinê ya ku jin xwedî li hev derdikevin û li hemberî pergalê, jinan diparêze ava bikin.

Divê em tu jinê nekin qurbana vê pergalê.

Kîjan feraset sazî û kes dibe bila bibe, li hemberî kirina wan a ku zextan li jinan dike em polîtîkayên taybet ava bikin.

Li gorî sûcên ku wan kirine em polîtîkaya xwe ya ceza geş bikin.

Şerda Mezlûm îşaret bi girîngiya avakirina rêxistiniyên xweparastinê yên li dijî pergala destdirêjiyê kir, û got:

“Gelekî girîng e ku ji bo azadiya me, em rêxistiniya xwe ya xweparastinê li nava hucreyên civakê belav bikin.”

Şerda Mezlûm Gabar: YJA Star wê jinan bi tenê nehêle

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku dema jin bi hişmendiya azadiyê tevgeriyan, wê xwe bi tenê nebînin û ji têkoşînê netirsin.

Divê zanibin ku YJA Star wê wan ti carî bi tenê nehêle.”

Back to top button