Welatiyên Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan

Paytexta Iraqê Bexdayê gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan û heta seferetxaneya Tirkiyê meşiyan. Kesên tevlî çalakîyê bûn ji hikûmeta Iraqê xwestin hêzên Tirkeyê ji Iraqê derxîne.

Dewleta Tirk a dagirker sal bi sal dagirkeriya xwe ya li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê berfireh dike.

Heta niha dewleta Tirk li seranserî sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê heta Başîka 38 barekegehên leşkerî avakirine.

Bi qasî van baregehan bi dehan navendên MÎT’ê jî avakiriye. Dewleta Tirk bi taybetî vê dagirkeriya xwe jî bi rêya PDK’ê rewa nîşan dide û pêk tîne.

Piştî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê xeterî û armanca dewleta Tirk baştir fêmkir.

Dewleta Tirk li gorî xeyalên osmanî tevdigere û armanca wê Musil, Kerkûk û Şengalê jî dagir bike

Lî dijî vê xeteriyê îro welatiyên Iraqê li Bexdayê dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Iraqê daketin qadan û xwepêşandan li darxistin.

Welatiyên Iraqê heta li ber seferetxaneya Tirkiyê meşiyan.

Welatiyan pankarta “Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar dikin, em êrîşan qebûl nakin” vekir û dirûşmeyên dijî Tirkiyê berz kirin.

Hêzên ewlekariya Iraqê jî, rêyên derdora sefaretxaneyê girtin û nehiştin kes biçe sefaretxaneyê.

Di xwepêşandanê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide û hêzên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê derxîne.

Back to top button