Omer Farûq Gergerlîoglû: Xilaskirina leşkeran ne xema desthilatê bû

Bertekên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û kuştina esker û polîsên dîl zêde dibe.
Parlementerê HDP’ê Omer Farûq Gergerlîoglu diyar kir hewldana malbatên 13 leşker û polîsan xema desthilatê bû û got, “Ev operasyon ne serketî ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş jî derbarê kuştina dîlên şer de got, “Divê desthilat hesabê bide gel.”

Nerazîbûnên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê a dewleta Tirk û kuştina 13 leşker û polîsên dîl her diçe zêde dibin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiv da hedef nîşandana xwe ya ji bo parvekirina wî ya derbarê 13 esker û polîsan de.

Gergerlîoûglû got:

“Min xemgîniya xwe parve kir û min got xwezî nehatibûna kuştin. Min gotibû ev însan dikaribûn nemirina. Min li Meclîsê ji bo van însanan bang kiribû lê jiyana wan nehat rizgarkirin.”

Gergerlîoglû diyar kir hewldanên ji bo xilaskirina van însanan hatin kirin ne di xema desthilatê de bû û da zanîn bersiva pêşniyazpirsên wan jî nehat dayîn.

Gergerlîoglu da zanîn divê her kes qebûl bike ku operasyona Garê neserketî bû.

Selahedîn Demîrtaş: Berpirsyar desthilat e û divê hesabê bide gel

Hevserokê Giştî yê HDP’yê berê Selahedîn Demîrtaş yê dîl girtî jî derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û hedef nîşandana HDP’ê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da.

Demîrtaş kuştina 13 leşker û polîsên dîl şermezar kir û wiha got,

“Li şûna rêyên dîplomatîk, berpirsyariya trajediya ku di encama operasyona bi armanca şova siyasî hat kirin avêtina ser HDP’ê xeflet e. Divê desthilat hesabê bide gel.
Ya rast ew e ku di bin her şert û mercan de li dijî çek, şidet û şer bê derketin û aştî bê pêkanîn.”

Cewad Oneş: Operasyoneke ne serketî ye divê em berpirsyariya vê lêpirsîn bikin

Cîgirê Şêwirmendê MÎT’ê yê berê Cewad Oneş derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê de ji Independent Tirkî re avivî û diyar kir rewşeke ne zelal li holê heye.

Oneş got, “Operasyoneke ne serketî ye. Berpirsyariya vê ne serketinê îro bi awayekî mafdar tê lêpîrsînkirin û divê em lêbipirsin.”

Back to top button