Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daniya Remedan bersiv da aliyên Astanayê û diyar kir yê ku xaka Sûriyê dagirkirîye, parçe kiriye û guhertina demografîk pêk tîne, dewleta Tirk e.
Duh li bajarê Soçî yê Rûsyayê gera 15. a civînên Astanyê pêk hat.
Rûsya, Tirkiye û Îranê careke din di rêzecivînên Astanayê de li ser dijberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev kir.
Aliyên Astanayê yên ku di 10 salên aloziyê de, Sûriyê û gelê wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û demografiya herêmê guhertin, idîya parastina serweriya dewletê û yekîtiya xaka wê kir.
3 aliyên Astanayê (dewleta Tirk, Rûsya û Îran) Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parçekirinê tawanbar kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daniya Remedan bersiv da daxuyaniya her sê aliyên Astanayê û got:
“Ne Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk ji sedî 10 xaka Sûriyê dagirkiriye û dixwaze Sûrî perçe bike.
Aliyên navborî bi van daxuyaniyan dixwazin parçebûna di navbera gelê Sûriyê de zêdetir bikin û aloziyê kûrtir bikin.”
Daniya Remedan destnîşan kir ku yekitî û aramiya xaka Sûriyê armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser e û hevpeymana civakî ku rêveberî li ser esasê wê hate avakirin, vê yekê tekez dike.
Daniya Remedan komxebatên Rêveberiya Xweser a ji bo yekîtiya axa Sûrî bibîrxist û got:
“Emê diyalogên bi Şamê re ku çareseriyeke esas digre bidomînin.
Emê diyalogên bi opozîsyona Sûriyê re ji bo avakirina pêşeroja Sûriyê, bidomînin û nehêlin ku dewleta Tirk di projeya perçekirina Sûrî de bigîhîje armancên xwe.”