QSD: Kujerên her du jinên şoreşger jî di nav de 87 kes hatin girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku 4’ê sibatê dest pê kir û 14’ê sibatê bi dawî bû, 87 kes hatin girtin.
Di nav kesên hatin giritin de, kujerên endamên Meclisa Til Şayir, Seida Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidêr jî hene.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê operasyona dawî ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê pêk hat, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiyên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê zêde bûye, çete bi taybetî ji êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê hêz digirin û hewl didin xwe komî serhev bikin.

Hat gotin ku di demên dawî de li herêma Dêrazorê, gelek çalakiyên terorê hem li hember gel û endamên Rêveberiya Xweser hatin kirin.

Ji çalakiyên çeteyan jî şehîdxistina du jinên şoreşger, endamên Meclîsa Til Şayir a girêdayî Dişîşa, Seida Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidar bû.

QSD’ê destnîşan kir ku ji bo tolhildana herdu jinên şoreşger û pêşîgirtina li xurtbûna DAIŞ’ê, 4’ê sibatê bi tevlibûna hezên, YPG, YPJ û Ewlekariya Hundirîn, li herêma Dêrazorê operasyonek berfireh hatibû destpêkirin.

QSD’ê ragihand ku operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin di 14’ê sibatê bi encam bû.

Hat diyar kirin di operasyonê de, ser bi dehan noqteyên DAIŞê de hate girtin û kujerên herdu jinên şoreşger di nav de bi giştî 87 kes hatin girtin.

Her wiha miqdarek cebilxane hat desteserkirin û li herêma Dişîşa jî tunelek girêdayî DAIŞ’ê hat dîtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê de hat diyar kirin ku di serkeftina operasyonê de berpirsyarî, nêzikbûn û destekdayîna gelê Dêrazorê cihek girîng digire.

Back to top button