Hunermendê rapê Pablo Hasel yê Spanyayî ku bi tohmeta pesnê terorê daye û heqaret li Malbata Qraliyetê kiriye hukum lê hatibû birrîn doh polês bi darê zorê ew girt û bir xist zindanê. Lê vê yekê bi xwere kolanên Spanya veguherand qada pevçûnan.
Li Spanya Repê Pablo Hasel bi hinceta bêrêzî li hember Qiralê 6. yê Felipe û bavê wî Juan Carlos kiriye, cezayê 2 sal û 9 meh lê hate birîn.
Alîgirên Pablo li dijî vê biryarê daketin qadan.
Xwepêşandanên doh li Katalanyayê destpê kirin û li gelemperiya welêt belav bûn îro jî dewam kirin.
Tevî Barselona û Lleida ya Katalonya, li paytext Madrîd, Valencia, Zaragoza û bajarê mezin Hasel li kolanan navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûnên dijwar rûdan.
Li Hasel ya ku pevçûnên herî dijar rûdayî, tundiya polîsan di asta herî jor de bû.
Têkildarî jimara birîndar û kesên li bajar hatin binîçavkirin ti daxuyanî ne hat dayîn.
Li bajarên din yên welat 30 kes birîndar bûn û 14 kes hatin binçavkirin.