Rûsya biryara DMME ya berdana Navalny red kir

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa DMME banga serbestberdana lîderê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny kir, Moskova ev yek red kir.

Ji ber Navalny krîza navebera Ewropa û Rûsya mezin dibe.

DMME bang li Rûsyayê kir ku Navalny yekser serbest berde.

Dadgehê di rewşek ne berdana Navalny de ragihand ku Moskova Peymana Mafê Mirovan ya Ewropa binpê dike.

Ev biryar rastî bersivek tund ya Moskova hat.

Wezîrê Edaletê yê Rûs Konstantin Chuichenko biryara DMME bi “bêbingehî û bêedaletî” binav kir û got:

Li gorî zagonên welat ji bo berdana Navalny ti qanunek nîne.

Wezareta Karê Derve ya Rûsya jî banga DMME bi destwerdana karê navxweyî yê Moskova tewambar kir.

Navalny ji ber dozeke ku berê jê hatibû berdan hate dadgehkirin û 2 sal û 8 mehan ceza lê hate birîn.

YE li dijî pêkanîna cezayên li ser Rûsya wê di civîna 22 Sibatê de, civînekê lidar bixe.

Di civînê de li ser pêkanîna cezakirina an necezakirina Rûsya biryar were dayîn.

Back to top button