PYD’ê li Kobanê bi merasîmekê şehîd Osman Dadalî bibîranî

Partiya Yekitiya Demokratîk- PYD’ê bi merasîmekê endamê xwe Osman Dadalî di 13’emîn salvegera şahadeta wî de bibîr anî.

Di bîranînê de Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim axivî û di şexsê Osman Dadalî de hemû şehîdên şoreşê bibîranî û got.

“Ji bo ku hemû pêkhateyên Sûrî li gorî nasnameya xwe bi hevre di nav aşîtî û aramî de bijîn partiya wan bi hezaran şehîd dane.

Lê rejîma Baas hîn jî di hişmendiya xwe ya nijadperest de israr dike û nayê çareseriyê.”

Gûndiyê Osman Dadalî jî derbarê Osman Dadalî de axivîn û diyar kirin kû Dadalî ti cûdahî nedixist di nav pêkhateyên herêmê her tim ji bo yekîtiya gelan têkoşîn dikir.

Şehîd Osman Dadalî di damezirandina Partiya Yekitiya Demokraîk (PYD) li Rojava de roleke mezin lîst û gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû binçavkirin.

Osman Dadalî di 2007`an de li Helebê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hate girtin. Dadalî di 18`ê Sibata 2008`an de ji ber îşkence şehîd bû.

Back to top button