Meclisa Mafên Mirovan: Ji ber xemsariya Civaka Navneteweyî sivîl berdêlên giran didin

Îro, Meclisa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe a ku weşandiye de diyar kir ku ji ber xemsariya civaka navnetewî, aliyên şer aloziya Sûriyê dirêj kirine.

komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, binpêkirin û sûcên aliyên şer li dijî şêniyên Sûriyê ji sala 2011’an heya niha pêk anîne, bi raporekê eşkere kir.

Di raporê de hat diyar kirin ku ev kiryar û sûcên ku hikumeta Şamê û aliyên şer yên din, pêk tînin di asta tawanên dijî mirovahiyê û tawanên şer de ne.

Hat destnîşan kir ku ji ber xemsariya civaka navneteweyî, aliyên vê pevçûnê, sûd ji dirêjbûna aloziya Sûriyê girtin.

Di raporê de hat eşkere kirin ku ji ber piştgiriya aliyên biyanî ji bo aliyên şer yên Sûrî re, di nav de zarok û jin sivîlên Sûrî berdêlên giran dan.

Di dawiya raporê de Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe daxwaz ji NY’ê kir ku agirbesteke mayînde li Sûriyê bê ragihandin.

Tê payîn rapor di 11’ê Adarê bê di rûniştina 46. a meclisa Mafên Mirovan de were pêşkêş kirin.

Back to top button