Enqere keştiyeke lêkolînê dişîne deryaya Êgeyê

Aloziya li Rojhilatê Deryaya Spî, piştî ku Enqere ragihand, ew ê keştiyeke lêkolînê bişîne Deryaya Êgeyê, dîsa gur dibe.

Tirkiye bi daxuyaniyekê ragihand ew ê 2 Adarê, keştiya Çîmçî, ji bo pêkanîna lêkolînên deryayî, bişîne Deryaya Êgeyê û vê yekê Yûnanistan bi hêrs kir.

Atînayê, Enqere bi nerazîbûna xwe li ser vê yekê agahdar kir û ev tevger bi ya ”ne pêwîst” bi nav kir.

Di heman çarçoveyê de, ragihandina desthilata Tirkiyê li ser zimanê balyozê xwe yê li Atînayê Burak Ozgurgun da idia kir ku têkiliyên Tirkiye û Yûnanistanê di çarçoveya qanûna navdewletî de, xwedî bingeheke xurt ne.

Back to top button