Pedersen beriya were Sûriyê, serdana Moskoyê kir

Piştî bidawîbûna danûstandinên Astanayê, şanderê navneteweyî bo Sûriyê Geir Pedersen beriya ku were Sûriyê, berî da Moskoyê.

Pedersen bi Cîgirê Wezîrê Parastina Rûsyayê Alexsander Fomin re civiya û biryar e piştre bi Wezîrê Derve Sergi Lavrov re jî rûne.

Wezareta Parastina Rûsî bi daxuyaniyekê diyar kir ku di civînê de, alîkariya dezgehên NY di jinûveavakirina Sûriyê de û asakirina rewşê li herêmên rizgarkirî, hatin nîqşkirin.

Her wiha Lavrov bi pêwendiyeke telefonî digel hempîşeyê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad, encamên civînên Astana û serdana Pedersen bo Sûriyê guftûgo kirin.

Berî vê pêwendiyê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan û hempîşeyê wî yê Rûs Putin jî telefonî hev kir û behsa dosya Sûrî, Lîbî û herêma Qerebaxê kir.

Back to top button