Çalakgereke Alman: Pêwîst e tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin

Çalakvana mafên jinan a Alman Liv Thîele û Rojnamegera Libnanî Krîstîn Wakîd derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: “Divê em her kêliyê şer bikin, ji bo azadiya Ocalan û ji bo rewşa heyî bi dawî bibe, zextê li civaka navnetewî bikin.”

Çalakvana mafên jinan a Alman Lîv Thîele, yek ji kesên ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor lê kiriye ye.

Lîv, behsa vê yekê dike û dibêje:

Fikirên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna şoreşê û avakirina Konfederalîzma Demokratîk hêza herî xurt e.

Çalakvana mafên jinan a Alman anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe, ew di nav gelek xebatan de cih girtiye û dibêje:

Divê em li dijî Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin û xwedî helwesteke zelal bin.

”Divê hemû rojnameger mijara tecrîda li ser Rêber Apo bişopînin”

Rojnameger û şîrovekara siyasî ya Libnanî Krîstîn Wakîd derbarê heman bandora fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, tevlî bernameya Televziyona Aryen TV bû.

Krîstîn Wakîd diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi ti awayekî nayê qebûlkirin û got:

Fikirên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser mijara jinê, bandorek bêhempa li jinan kiriye.

Divê hemû rojnameger mijara tecrîda girankirî bişopînin û ji bo rewşa heyî bi dawî bibe, zextê li civaka navnetewî bikin.

Back to top button