Li Dêra Zorê kesine nenas êrîşî sivîlekî kir û ew kuşt

Di çarçoveya hewldanên derxistina fitneyê li Dêra Zorê de, sivîlekî din jî bû nêçîra şerxwazan.

Li gundê Tekîhî yê girêdayî bajarokê Bisêra yê rojhilatê bajarê Dêra Zorê kesine nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li ciwanê bi navê Newar Îbrahîm El-Nofel reşand û ew kuşt.

Newar El-Nofel ji bajarokê Şihêl ê rojhilatê parêzgehê ye.

Li aliyekî din, li nêzî kenala avdanê ya bajarokê Şihêl, bi guleyan êrîşî erebeyeke QSD’ê hate kirin.

Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin xurtkirin, QSD û Hêzên Asayîşê derbarê herdu bûyeran de lêpirsîn dane destpêkirin.

Back to top button