Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya selvegera 15. a serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek da û wiha got:
Komkujiya Qamişlo bi destê kesên ku nexwest demokrasî li Sûriyê pêk were, pêk hat.
û Rêveberiya Xweser bersiva herî guncaw a Komkujiya Qamişlo ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 15. a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek nivîskî da.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Rejîma Baasê xwest fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban.
Komkujiya Qamişlo bi destê kesên ku nehişt demokrasî li Sûriyê pêk were, pêk hat.
Hikumetê bi hişmendiya netewedewletê tev geriya, dewleta şovenîst her tim hewl dide dijminahî û fitneyê bixe navbera gelan.
Rêveberiyê diyar kir ku şoreşa Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser pergala demokratîk radibe.
Niha jî hemû pêkhate beşdarî rêveberiya demokratîk a hevpar dibin.
Ev proje bersiva herî guncaw ji Komkujiya Qamişlo re ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn û ev tişt got;
“Em soz didin şehîd û gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li ser şopa şehîdên 12`ê Adarê û rêgezên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bin, heta ku em bigihîjin Sûriyeke demokratîk, pirreng û gihandina rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.”