Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê û Endamê Înîsyatîfa Ereban Mamoste Ehmed Behadîn Şehban der barê 22 salên komploya 15 Sibatê ya dijî Rêberê Abdullah Ocalan de gotarek nivîsand.
Gotara bi sernavê “8030 roj” di rojnameya El-Destûr a Misirê de hat weşandin.
Ehmed Bahadîn di gotarê de dibêje:
Ev 8030 roj in Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê di tecrîdeke hişk de ye, li gel ku ji azadiyê bêpar e, ji dîtina parêzer û malbata xwe jî hatiye hiştin.
Gotar behsa komploya navnetewî û projeya Netewa Demokratîk ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye, dike.
Ehmed Bahadîn di gotarê de anî ziman ku desthilatdariya Erdogan rêbazê zordariyê li dijî Kurdên Tirkiye, Sûriye û Iraqê dide meşandin û bi behaneya “şopandina terorîstan” destdirêjiyê li gelek deverên wan dike.