Li Kerkûkê DAIŞ’ê êrîşî mala kesekî Kakayî kir û ew kuşt

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi armanca zindîkirinê, ranawestin û li Kerkûkê herî dawî sivîlek ku bi eslê xwe Kakayî ye, hat kuştin.

Li bajarê navçeya Daqoqê ya bi ser Kerkûkê ve, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala welatiyekî ku bi eslê xwe Kakeyî ye kir û ew kuşt.

Li gorî çavkaniyek hêzên ewlekariya Iraqê, piştî vê êrîşê, hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û cenaze ji bo bijîşkiya dadwerî ya Kerkûkê hate şandin.

Back to top button