Lîbya..bi armanca xurtkirina têkiliyan Debîba li Misirê ye

Bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de, serokê hikûmeta Lîbî yê nû li Misirê ye.

Serokê hikumeta Lîbî ya demkî Ebd El-Hemîd Debîba bi armanca xurtkirina têkiliyan, duh serdana Misirê kir û bi serokê wê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokatiyê ya Misirê, Debîba xwesteka hikumeta xwe, “ku ew dixwazin kevkariyek gişgir bi Misirê re ava bikin” aniye ziman.

Her wiha hikumeta Misirê jî, piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû ya Lîbî diyar kir.

Back to top button