Parêzer Şahîn Lalê: Divê komîteyeke lêpirsînê ji bo êrîşa kîmawî ya li ser Garê were şandin

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Qamişlo Şahîn Lalê bang li NY kir ku komîteyek ji bo herêma Garê were şandin, da ku lêpirsînê der barê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re, bike.

Şahîn Lalê diyar kir ku êrîşa çi dewletê li dijî xaka dewleteke din bi xwe sûcekî şer e, dewleta Tirk di êrîşên li ser herêma Garê de, hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin.

Şahîn Lalê destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî komîteyeke lêpirsînê bişîne Garê, bi şertê ku ew komîte girêdayî NY be û paşê rakin Dadgeha Cînayetan a Navneteweyî, da ku hesab ji dewleta Tirk, were xwestin.

Berî niha HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku tevî derbasbûna 3 rojan di ser êrîşa kampa dîlan re, ji ber ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne, mirov nikare bikeve nava kampê.

Back to top button