“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û yê fermî”

Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê diyar kir ku mafê her neteweyê ye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.
Federasyona Elewiyên Demokrat – FEDA’yê jî got, “ziman nebe, mirov nabe, nirxên çandî û bawerî nabe. Divê em li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin.”

Li bakûrê kurdistanê zimanê kurdî qedexeye. Dewleta Tirk pergala helandin û bişaftinê sal bi sal li ser Kurdên bakûr kûr dike û naxwaze zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê.

Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê der barê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de daxuyanî da.

Li ser navê Komaleyê Masum Bîlîç daxuyanî xwend.

Bîlîç, anî ziman ku ku li Tirkiyê zimanê Kurdî bi gef û êrîşan rû bi rû ye û wiha got:

“Zimanê dayikê yê mîna şîrê dayîkê li mirov helal e nasname, rûmet û hebûn e. Ya bandoreke mezin li ser kesayet, binhiş û jiyana civakê dike dîsa zimanê dayîkê ye.

Dema zimanê gelekî bê tunekirin ew gel ji nasname, rûmet û hebûna xwe jî tê dûrxistin.”

Masum Bîlîç bang li kurdên bakûr kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

Her wiha bang li rayedarên dewleta Tirk kir ku zimanê kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî qebûl bike û bixin bin ewlehîya qanûnî.

FEDA: Divê hemû Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin

Federasyona Elewiyên Demokrat – FEDA’yê jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî zimanekî qedîm yê bi hezaran salan e.

FEDA’yê got:

“Ziman nebe, mirov nabe. Nirxên çandî û bawerî nabe. Zimanê dayikê yê me yê qedîm ê vê erdnîgariyê divê em lê xwedî derkevin.

Divê di serî de ji ferdê civakê yê asayî bigire heta saziyan hemû bi zimanê dayikê baxivin. B bi zimanê dayikê dibistan bê vekirin, şertên perwerdehiyê bên avakirin. Dem dema xwedîderketina li zimanê dayikê ye.”

Back to top button