SALVEGERA 2.DAMEZRANDINA RÊVEBERIYA MINBICÊ HAT PÎROZKIRIN

Di salvegera 2. a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê de, 1. Festîvala Werzîşê a bajêr û gundewarên wê hat lidarxistin.
Di festîvalê de hem werzîş û hem jî stran û şanoyan hat pêşkêş kirin.

Îro 2. salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê ye.

Bi boneya rojê Yekitiya Werzîşê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê festîvalek lidar xist.

Fastîval li Stada El-Beledî ya naverasta bajêr bi slogana”Werzîş perwerdekirina derûnî û avakirina civaka exlaqî ye”, pêk hat.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên komîteyan û saziyan û şandeyek ji Rêveberiya Xweser di festîvalê de amade bûn.

Fastîvalê bi axaftina hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarên wê Nasir Elî dest pê kir.

Nasir Elî teqez kir ku fastîval nûnertiya berhema şaristanî û awayekî ji awayên bedewbûn û azadiya nêrînan dike.

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî û salvegera damezirandinê li şêniyên bajêr pîroz kir.

Piştî axaftinan werzîşvanên taykwando ya Tîma Berxwedan a Taykwandoyê ya ku ji Qamişloyê hatiye, hatin pêşkêşkirin.

Di fastîvalê de 35 tîmên futbolê beşdar bûn, wekî Eşbal, Naşiîn, Ciwan, tîmên xurt û yên jinan.

Her wiha werzîşên wekî temambûna laş, rakirina giraniyan, futbol, goga hentbol, basketbol, taykwando û karate hatin pêşkêşkirin.

Leave a Reply

Back to top button