Fatma Kurtulan: Êrîşên li Garê encama polîtîkayên şer e

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan derbarê êrîşa dagirkeriyê a li ser Garê de diyar kir ku desthilata AKP’ê bi kuştina 13 leşkerên xwe sûc kiriye û dixwaze vî sûcî bavêje ser partiya wan.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî diyar kir ji bo ku AKP xwe ji rûxandina siyasî xilas bike êrîş bir ser Garê.

Dewleta Tirk di êrşa xwe ya li ser Garê de têkçûyînek mezin jiyan kir.

Tirkiyê 13 leşker, polîs û MÎT’ên dîlgirtî yên di destê PKK’ê de bûn, bombe kir û kuştin.

Dewleta Tirk ji bo pêşî bertekên navxweyî yên li dijî têkçûyîna xwe bigre HDP’ê kir hedef.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan derbarê vê yekê de nirxandin kir.

Fatma Kurtulan diyar kir ku êrîşên li Garê encama polîtîkaşên şer e, Tirkiyê dikarîbû leşker û polîsên dîlgirtî bi riya diyalogê saxî bigire, lê ev yek nekir û êrîş pêk anî.

Ji bo wî jî berpirsiyar dewlet e, desthilata AKP-MHP’ê ye.

Fatma Kurtulan: Kuştina 13 leşkeran sûc e, berpirsyar jî dewlet e

Fatma got:

“Bi van rêbazan nikarin serê gelê Kurd û HDP’ê bitewînin.

Niha dixwazin hêzên muxalif perçe bikin. CHP û HDP’ê bînin beramberî hev.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê destnîşan kir ji bo bûyerên wekî Garê dubare nebe, divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, lewra emê têkoşîna xwe ya aştiyê heta dawî dewam bikin.

Ebru Gunay: ji mirin 13 leşker û polîsan AKP berpirsyar e

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay jî got ku ew weke HDP’ê hesap ji desthilatê ku berpirsyarê Garê ye bipirsin.

Ebru Gunay destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê li ser xwîna zarokên vê gelî siyasetê dike û ti armanca wan a xilaskirina dîlên şer nîn bû.

Ebru Gûnay got:

”Tifaqa AKP-MHP’ê neçû da ku leşker-polîs û endamên MÎT’ê yên li wir xilas bike.

Ji bo ku xwe ji rûxandina siyasî xilas bike çû wir.

Dixwazin li ser heqîqetê bigirin, bi ser neketin û wê nikaribin bi ser bikevin.”

Her wiha dadgeha Tirkiyê ji ber axaftinên wî yê derbarê Garê de ku desthilata Erdogan sûcdar kiribû 2 sal û 6 meh cazayê girtîgehê li parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlôglû birî.

Back to top button