Amerîka zextê li ser Husiyan kêm dike, li dijî Îranê di tevgerê de ye

Amerîka her çiqasî di şêwazê polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn de dixwaze guhertinê çê bike, lê bi aloziyan re jî rû bi rû ye.
Li aliyekê zextên li ser Husiyên Yemenê kêm dike, li aliyên din dixwaze baragehên nû li Erebîstana Siûdî ava bike.
Wezîrê Parastinê yê DYA Austin li ser rewşa Yemenê bi Prensê Siudî re axivî.
Fermandarê Centcomê jî ragihand ku li dijî êrîşeke Îranê, ew amadekariyên avakirina baregehên nû li Siûdiyê dikin.

Bi hatina rêveberiya nû ya DYA li ser kar re, beşek ji welatên Rojhilata Navîn yên li dijî Îranê bifikarin.

Erebîstana Siûdî bi di her fersendê de dilgiraniya xwe ya ji bo nêzbûna Amerîka ji Îranê û rakirina cezayên li ser Tahranê re tîne ziman.

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin bi Pirensê Siûdî Muhemed Bîn Selman re peywendiyek telefonî pêk anî.

Mijara peywendiya navbera aliyan li ser oparasyonên Siudî yên li dijî Husiyên Yemenê bû.

Berdevkê Pentegonê John Kirby têkildarî naveroka hevdîtinê bi daxuyaniyekê nivîskî agahî parve kir.

Kirb diyar kir ku wan êrîşên Siudî yên li derveyî sînor şermezar kirine û teqezî li ser mijara parastina sînor kiriye.

Austin teqezî kiriye ku wan di mijara piştevaniya bi koalîsyona li dijî Husiyan guheriye.

Pentegonê îşaret bi rolê Siûdî yê di parastina li herêmê de kiriye û careke din, îşaret bi hevkariya aliyan ya li dijî teror û tevgera Îranê kiriye.

Centcom: Li Siûdî daxwaza avakirina baregehan nû dike

Her wiha Fermandarê Centcomê general Kenneth McKenzie ragihand ku ew li Erebistana Siûdî li baregehên din digerin da ku di rewşên şerekî li dijî Îranê de wan bi kar bînin.

Li gorî AFP`ê, McKenzie got:

Ger rageşiyeke muhtemel bi Îranê re çêbe, ji bo ku hêzên Amerîkayê yên li Erebistana Siûdî nebin armancên diyar, artêşa Amerîkayê li baregehên din digere.

Rojnameya Wall Street Journal jî planên girêdayî bender û baregehên asîmanî yên li çolistana rojavayê Erebistana Siûdî bi bîr xistin ku dibe artêşa Amerîkayê di rewşên şerekî muhtemel ê li dijî Îranê de bi kar bîne.

Her wiha McKenzie meha borî serdana Erebistana Siûdî kiribû da ku derfetên bikaranîna baregehên leşkerî li rojavayê welêt bi hikumeta wir re nîqaş bike.

Artêşa Amerîkayê sala borî hêzeke leşkerî li herêmê nîşan dabû û bi wê yekê armanc kir ku di salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî de, rê li êrişeke muhtemel a Îranê bigire.

Back to top button