Andrej Hunko: Êrîşa Tirkiyê ser Garê bi rêdana Almanyayê pêk hat

Parlamenterê Meclîsa Federal a Elman Andrej Hunko têkildarî rola Elmanyayê ya di êrişa ser Garê de diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Almanyayê pêk hat.

Parlamenterê Meclisa Federal a Alman Andrej Hunko derbarê êrîşa dewleta Tirk ser herêma Garê de ji ANF’ê re axivî.

Andrej Hunko got:

“Bi dîtina min, Tirkiyê plana operasyonê pêşkêşî Almanyayê kir û dema ku nerazîbûnek lê nehate kirin, yekser xiste meriyetê.”

Hunko bal kişand ser bêdengiya Almanyayê û Yekîtiya Eworpayê ya piştî êrîşa ser Garê û diyar kir ku ev yek nîşan dide ku haya wan ji vê êrîşê hebû.

Parlamenterê Meclîsa Federal a Alman Andrej Hunko bang li hikûmeta Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê kir ku êrîşa Tirkiyê ya ser Garê şermezar bikin.

Bang li hikûmetê jî hat kirin ku ger Almanya naxwaze êrîşên bi vî rengî careke din pêk were divê bes çekan bifiroşe Tirkiyê.

Back to top button