Pervîn Bûldan: Bi têkoşîna mil bi mil em ê destketiyan bi dest bixin

Şandeyeke HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” a partiyê serdana Komeleya Elewiyan a Demokratîk kir.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan anî ziman ku ew dizanin ku çiqasî zilm li Kurdan tê kirin, heman zilm li Elewiyan jî tê kirin.

Hat diyarkirin ku komkujiyên Mereş, Dersim, Çorûm û Sêwasê ji komkukjiyên Roboskî û Geliyê Zîlan ne cuda ye.

Pervîn diyar kir ku ti hêviya wan ji AKP û MHP’ê nemaye û ew ê bi têkoşîna mil bi mil a bi hev re destketiyan bi dest bixin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîş û gefê li dijî partiya wan û got ku nikarin bi HDP’ê ji bo vê tiştê êrîş dikin.

Dewleta Tirk dixwaze parlamenteriya 9 parlamenterên HDP’ê betal bike

Perwîn Buldan dema behsa êrîşên li ser partiya xwe dikir.

Rejîma Enqerê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de, di derbarê 9 parlementeran de rapor amade kirin.

Ev rapor bi hinceta Kobanê hatîn amadekirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ve ji bo Wezareta Edaletê hate şandin.

Ger ev rapor werin erêkirin wê parlamenteriya 9 parlementerên HDP’ê were betal kirin.

Back to top button