Gerîla li Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xist

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir 17’ê Sibatê li dijî Tûgaya li Çelê ya Colemergê ya artêşa Tirk a dagirker hêzên gerîla çalakî kirine.

HPG’ê da zanîn di vê çalakiyê de gerîla bi topên hawanan li dagirkeran dane û di encama çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebûye.

HPG’ê ragihand ku Qadên Parastinê yên Medyayê ji hêla balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombekirin.

HPG’ê diyar kir

16’ê Sibatê herêma Avaşînê, bejahiya Amediyê ya Duhokê,

18’ê Sibatê herêma Metîna û herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

HPG’ê da zanîn di van êrîşên hewayî de ti ziyan bi hêzên wan nebûye.

Back to top button