QSD: Dagirkeriya Tirk bi derewan êrîşên xwe rewa dike

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD”ê idîaya dagirkeriya Tirk a derbasbûna du şervanan ji herêmên dagirkirî re, bi daxuyaniyekê derewand.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi bersiva daxuyaniya Wezareta Parastinê Dewleta Tirk a da ku du şervanên QSD’ê hewl dan berbasî herêmên dagirkirî bibin da û got:

“Wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di 18’ê vê Sibatê de li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek belav kiribû, tê de îdia dike ku du şervanên me xwestin derbasî herêmên di bin dagirekriya wan de bibin, em teqez dikin ku ev agahî derew in û ne rast in.

Dewleta Tirk bi van daxuyaniyan hewl dide hincetan biafirîne da ku êrişên xwe û dagirkirina herêmê rewa bike.”

Back to top button