Li Efrînê..sivîlek temenmezin ji Racoyê hat revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û kirinên çeteyên dewleta Tirk bê dawî ne û sivîlek temenmezin ji aliyê van hovan ve hat revandin.

Malpera Çalakvanên Efrînê duh ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji gundê Çençeliyo yê navçeya Racoyê sivîlê bi navê Mihemed Mihemed Mûstefa ravandiye.

Li gorî heman çavkaniyê, Mihemed Mihemed Mistefa beriya du mehan hatibû ravandin û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Duh jî Afrîn Post revandina 2 sivîlan li ser dest heman hovan ragihandibû.

Back to top button