Yemen…Li parêzgeha Daliyê 25 çekdarên Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin

Li Yemenê şerê di navbera artêşa welat û çekdarên Hûsî de dijwar dibe û herî dawî 25 çekdar di êrîşên artêşê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Duh Înê li parêzgeha Dali’ hêzên artêşa Yemenî êrîşên dijwar birin ser nuqteyên çekdarên Hûsî.

Ev êrîş ji nişka ve li dijî 4 nuqteyên stratejîk ên çekdaran ên li eniyên Merîs li bakurê parêzgehê rû dan û tê de herî kêm 25 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Her wiha li gorî daxuyaniya artêşê her 4 nuqte jî bi temamî hatin rûxandin û cebilxane û alavên leşkerî yên li nuqteyan hatin desteserkirin.

Back to top button