Li Iraqê…5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 hatin girtin

Li bakurê paytexta Iarqê Bexdayê, li ser destê çekdarên Heşda Şebî, 5 DAIŞ’î hatin kuştin.

Fermandariya operasyonên Bexdayê ya çekdarên Heşd Şebî eşkere kir ku leşkerên wan li dijî komên DAIŞ’î kemînek li bakurê paytextê pêk anî.

Li gorî Heşdê, ji ber vê kemînê, 2 DAIŞ’iyên ku Waliyê EL-Tamiriya û Dadwerê Şerî hatine erkdarkirin û 3 çeteyên din hatin kuştin.

Her wiha Heşdê da zanîn ku piştî vê kemînê, li ser destê van çeteyan û di encama rûdana şerekî de, 3 çekdarên wan hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Diyalayê jî, ajansa Istixbaratî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Înê hêzên wan di encama operasyoneke Istixbaratî de, 2 çete girtin.

Back to top button