Li ser gotinên Pekîn ên derheqê komkujiya Parîsê, yek ji pisporê îstîxbaratê yê navdar ê Alman got: ”Piştî vê mikurhatinê, heke Fransa bixwaze, dikare terora dewleta Tirk ceza bike.”
Pisporê îstîxbaratê yê Almanya Erîch Schmîdt-Eenboom şehîdxistina sê jinên Kurd li Parîsê weke, ”terora dewleta Tirk” bi nav kir.
Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarat û yekîneyên ewlehiyê yên Fransayê, zanînên li ber destên xwe ku fermana suîqasta li Parîsê rasterast Erdogan daye, dane dozgeriya Fransayê û ev di dosyaya lêpirsînê de hene.
Pisporê Alman diyar kir, ji bo rûdaneke wiha li welatê wan çênebe, hikûmeta Alman hişyariya bi navê “pê li xeta sor neke” daye Enqereyê.