NRLS komxebatekê li Qamişloyê li dar dixe

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî nakokiyên Kurdî-Kurdî komxebatekê li bajarê Qamişlo li dar dixe.

Komxebata bi tevlîbûna jimareke mezin a berpirsên partiyên siyasî yên Kurdî û kesayetên Kurd, Rewşenbîr û Hiqûqnas dest pê kir.

Axftina destpêkê ji aliyê endamê NRLS Rakan Şêxî hat kirin û armanca komxebatê anî ziman, ku ew dixwazin bighên nerîneke Kurdî-Niştimanî.

Piştre, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi peyamek vîdyo tevlî komxebatê bû û teqez kir ku ew ê ji bo pêkanîna yekîtiyê hemû hewldanên xwe bikin.

Mezlûm Ebdî destnîş kir ku dema netewa kurd esas bigirin wê çaxê wê di pêvajoya yekîtiyê de bi ser bikevin.

https://youtu.be/LBVoOtS8pOQ

Back to top button