“Banga Mesrûr Barzanî ya cezakirina çalakvanên Behdînanê, biryara pêşwext bû”

Berî ku rojnameger û çalakvanên herêma Behdînanê bên cezakirin, Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, banga cezakirinê kiribû.
Parêzer Peyman Izzedîn da xuyakirin ku peyama Barzanî, biryara pêşwext bû û sûc amadekirî bûn.

Piştî binçavkirinan bi 6 mehan, Dadgeha Hewlêrê 16 vê mehê bi tawana sîxurî û hewldana têkbirina aramiya herêmê, cezaya girtîgehê heya 6 salan li 2 rojnamevan û 3 çalakvanên Behdînanê birîbû.

Li gorî maddeya 1. a benda 8’an a qanûna rojnamegeriya Başûrê Kurdistanê, divê di dema binçavkirina rojnamevanan de, Sendîkaya Rojnamegeriyê ji mijarê were agahdarkirin.

Berî cezakirinê bi 2 rojan, Serokê Sendîkaya Rojnamegeriyê Azad Heme Emîn diyar kiribû ku agahiya wî ji dosyaya binçavkirina cezakiriyan tune bû.

Berî ku her 5 rojnameger û çalakvan bên cezakirin, Serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî di civîna çapemeniyê de ew bi “sîxur û alozker” bi nav kiribûn û gotibû divê bên cezakirin.

Parêzer Peyman Izzedîn: Berî rojnamegerên behdînanê bên cezakirin sûc amadekirî bûn

Parêzer Peyman Izzedîn li ser vê yekê diyar kir ku peyama Mesrûr Barzanî; biryara pêşwext bû û Dadgehê berî cezakirinê sûc amade kiribûn û got:

“Ev yek binpêkirineke dosyayê ye.

Ji ber li gorî qanûnê, heya ku sûc neyê peyitandin, nabe tawanbar weke sûcdar were dîtin.

Dadgehê ceza bêyî hebûna belgeyan birî û tawanbariya wan bêbingeh e.”

Biryara Dadgeha Hewlêrê li seranserî Başûrê Kurdistanê rastî şermezarkirineke mezin hatiye. Qada navnetweyî jî daxwaziya betalkirina biryarê dike.

Rojnameger Asos Herdî biryara cezakirinê weke “hetikîneke mezin” bi nav kir û anî ziman ku ev kirina kirêt li ti deverên cîhanê çênebûye.

Birayê çalakvan Şivan Seîd, Ayhan Seîd der barê biryara Dadgeha Hewlêrê de ji ajansa nûçeyan Roj News’ê re da xuyakirin ku eger Dadgeh biryara xwe betal neke, ew ê dozê hildin Dadgeha Federal a Iraq û navendên navneteweyî.

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji dûr ve çavdêriya binçavkirin û dadgehkirina dawî ya kesên navborî dikin.

Balyozxaneyê da xuaykirin ku Amerîka li ser mijara azadiya derbirandinê di nav de azadiya rojnamegeran, bi domdarî digel rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê di nava peywendiyan de ye.

Rojanamegerên di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbênê kirin

Li gor Ajansa Rojnewsê 5 rojnameger û çalakvanên Behdînanê ku ji aliyê PDK`ê ve hatin girtin û 6 sal ceza li wan hatin birîn, di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kirin

Back to top button